KABÎNEYA TIRKIYEYÊ ÎRO DICIVE
Kabîneya Serokomariyê îro li Beştepeyê di bin serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan de dicive.
Kabîneya Serokomariyê îro saet 16:00an de li Beştepeyê bi serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan dê bicive.
Di civînê de dê geşedanên li Rojhilata Navîn, pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û rewşa aboriyê werin nirxandin.
Tê payîn ku aborî yek ji mijarên sereke yên rojeva civînê be.
Civîn dê gavên ku ji bo têkoşîna li dijî enflasyonê hatine avêtin, rewşa heyî ya bazaran û kontrolkirina bihayê binirxîne.
Tê diyarkirin ku pakêtên piştgiriya civakî û rêziknameyên gengaz ên ku armanca wan baştirkirina hêza kirîna welatiyan e jî dikarin werin nîqaşkirin.
Mijareke din a girîng, pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd e. Tê payîn di civîna kabîneyê de bndewariya gavên qanûnî jî di nav nîqaşên civînê de be.
Di siyaseta derve de, bal li ser pêşketinên li Rojhilata Navîn e.
Tê payîn ku Xeze, operasyonên Îsraîlê li herêmê û aloziyên li dora Îranê di nav mijarên sereke yên rojeva civînê de bin.
Gavên ku dikarin ji bo aştiyek mayînde di nakokiya Amerîka-Îranê de werin avêtin û rewşa dawî ya li Tengava Hurmizê jî dê di rojeva kabîneyê de bin.
18/05/2026