LI MELETIYÊ ERD HEJIYA
Kanal8 20/05/2026
Li Meletiya Bakurê Kurdistanê bi hêza 5,6 pileyan erd hejiya.
Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), li navçeya Battalgazî ya Meletiyê di saet 09:00an de bi hêza 5.6 pileyî erdhejek çêbû.
AFADê diyar kir ku erdhej di kûrahiya 7.03 kîlometreyan de çêbûye.
Li gorî agahiyên AFADê erdhej li bajarên derdor ên mîna Semsûr, Riha, Edene, Dîlok, Mereş û Hatayê jî hatiye hisandin.
Li gorî ragihandina AFADê heta niha rewşeke neyînî çênebûye û ew xebatên xwe yên qadan didin domandin.
Kanal8
20/05/2026