LI TIRKIYEYÊ JI BER LEHIYÊ KESEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Kanal8 21/05/2026

Barana zêde li çend bajarên Tirkiyeyê bû sedema lehiyê û kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li çend bajarên Tirkiyeyê barana zêde bû sedema lehiyê malek li Hatayê hilweşiya û kesekî jiyana xwe ji dest da.

Pêla barana bajarên Hatay, Kastmanonu û Stenbol da ber xwe.

Li navçeya Antakyayê ya Hatayê malek hilweşiya ûsê kes bi birîdarî hatin rizgarkirin û kesekî jî jiyana xwe ji dest da

Her wiha li parêzgeha Hatayê, ji ber barana zêde pireke sereke ya ku Antakya û Samadagê bi hev ve girêdide hilweşiya.

Li gel barana zêde ya li bajarên Tirkiyeyê, di nîvê vê hefteyê de pêleke berfê li Bakurê Kurdistanê da ber xwe û gelek rê girtin.

Kanal8

21/05/2026