SOHR: LI SÛRIYEYÊ DI HEFTEYEKÊ DE 21 KES HATINE KUŞTIN
Nûrhat Hesen 22/05/2026
Li Sûriyeyê ji ber bermahiyên şer û sûcan di nav hefteyekê de bi dehan kes hatine kuştin.
Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku ji 15 û heta 21 vê mehê, 21 kesan li Sûriyeyê ji ber bermhiyên şer û sûcên tawanî hatine kuştin.
Li gorî Rewangehê; ji nav kuştiyan 7 zarok û jinek hene.
Di 21 vê mehê de li Dêrazorê li cihekî 4 zarokan ji ber bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dabûn.
Nûrhat Hesen
22/05/2026