TRUMP: HEGER OMAN HEWL BIDE TENGAVA HURMUZÊ KONTROL BIKE, EM Ê WÊ JI NAV BIBIN
Serokê Amerîkayê Donald Trump gef xwar ku heger Oman hewl bide Tengava Hurmuzê kontrol bike, ew ê wê ji nav bibe û wêran bike û tekez kir ku divê rêya avê ya stratejîk ji bo her kesî vekirî bimîne bêyî ku ti aliyek tenê wê kontrol bike.
Trump di civîna Kabîneyê de li Koşka Spî got, "Tengava Hurmuzê dê ji bo her kesî vekirî be. Kes wê kontrol neke. Em ê çavdêriya wê bikin. Oman dê mîna her welatekî din tevbigere, yan jî em ê neçar bimînin ku wan ji nav bibin û wêran bikin."
Roja Çarşemê, Trump got ku ew ji encamên siyasî yên pevçûneke dirêj bi Îranê re ne xemgîn e û got ku rêberên wan şaş in heger bawer bikin ku hilbijartinên navîndem dê wan neçar bikin ku peymanekê girê bidin.
Wî di civîna Kabîneyê de, behsa serokatiya Îranê kir û got, "Ji wan we ye ku ew ê ji min bêtir debor bikin. bijartinên navîndem li cem wan in. Ez xema hilbijartinên navîndem nakim."
28/05/2026