KABÎNEYA TIRKIYEYÊ ÎRO DICIVE
Kabîneya Tirkiyeyê îro dicive; Dê îro gavên qanûnî yên plankirî yên derbarê pêvajoyê de werin nîqaşkirin.
Kabîneya Tirkiyeyê dê li Beştepeyê di bin serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan de bicive.
Medyaya fermî ya Tirkiyeyê ragihand dê îro kabîneya Tirkiyeyê bicive û mijara sereke ya rojevê dê pêvajoya danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de be. Di civîna kabîneyê de pêşketinên li Rojhilata Navîn û rewşa heyî ya aboriya Tirkiyeyê jî dê werin nîqaşkirin.
Hat ragihandin aloziya li Rojhilata navîn wekî mijara herî girîng a rojevê dê were gotûbêjkirin.
Her wiha pêvajoya danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê jî mijareke din a rojeva civînê ye.
Derbarê rewşa aborî jî dê nîqaş li ser kêmkirina bandora neyînî ya Tengava Hurmizê be.
Civîna kabîneyê dê tedbîrên ji bo kêmkirina van bandoran û misogerkirina berdewamiya pêvajoya kêmkirina enflasyonê nîqaş bike. Bernameya aborî ya ku di çarçoveya Bernameya Navîn-Dem û Plana Geşepêdanê ya 12an de tê bicîhanîn û her weha rewşa heyî ya bazaran, dê were nirxandin.
Armanca Tirkiyeyek bêteror jî dê di rojeva Kabîneyê de be. Saziyên dewletê yên pêwendîdar ji bo lezandina pêvajoya jiholêrakirina rêxistinên terorîst li ser rêbazên cûda xebatên xwe didomînin. Tê payîn ku hem ev hewldan û hem jî gavên qanûnî yên plankirî yên derbarê vê pêvajoyê de di civînê de werin nîqaşkirin.
01/06/2026