LI MEREŞÊ ERD HEJIYA
Kanal8 03/06/2026
Li navçeya Bazarcixê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê di saet 13.12an da bi hêza 4,4 pileyan erd hejiya.
Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), li navçeya Bazarcixê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê di saet 13.12an de bi hêza 4.4 pileyî erdhejek çêbû.
AFADê diyar kir ku erdhej di kûrahiya 12.46 kîlometreyan de çêbûye.
Li gorî ragihandina AFADê heta niha rewşeke neyînî çênebûye û ew xebatên xwe yên qadan didin domandin.
Kanal8
03/06/2026