
Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin pêk anî.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê belav kir û got, “Şeva borî min bi Serokkomar Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinek pêk anî.”
Sakik derbarê naveroka hevdîtina bi serokomar re wiha pê de çû: Di hevdîtina me de, min hêviyên gelê me yên di derbarê aştî, demokrasî û edaletê de, her weha daxwaz û hêviyên wan ji bo pêşveçûna pêvajoya "Civaka Demokratîk û Aştiyê" bi gavên berbiçav ji wî re vegot.
Sakik da zanîn ku wî ji serokomar re diyar kiriye ku divê ev pêvajoya dîrokî ji siyaseta rojane pir zêdetir were nirxandin, û daxwaza hevpar a civakê ew e ku xwînrijandin, hêsir û pevçûn bi tevahî ji rojeva Tirkiyeyê werin derxistin.
Ji bilî rojeva pêvajoyê ji Sakik wekî parlamenterê Agiriyê jî pirsgirêkên bajêr bi serokomar re nîqaş kiriye û Sakik wiha anî nivîsî: Min her wiha mijarên bingehîn ên wekî xizanî, pirsgirêkên gihîştina tenduristiyê, bêkarî û koçberiyê li herêm û welatê me, bi taybetî li Agiriyê, anîn ziman û pêşniyarên çareseriyê yên me parve kirin. Ez hêvî dikim ku ev hevdîtin dê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û xurtkirina aştiyê li welatê me bibe alîkar, û ez spasiya wî dikim.

