ŞANDEYA ÎMRALIYÊ PIŞTÎ PÊŞNIYAZÊN OCALAN; PÊŞNÛMAYEKÊ AMADE DIKE

Kanal8 4 DEMJIMÊR BERÊ

Şandeya DEM Partiyê li ser çerçoveya yasayê bi şandeyeke AKPyê re civiya û li gorî zanyariyan; DEM Partî li ser çerçoveya yasayekê dixebite û bi partiyên siyasî re jî di nava danûstandinê de ye. Abdullah Ocalan ji bo pêşnûmayê hin pêşniyaz jî kirine.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rojeva sereke ya siyasetê ye. Raya giştî jî li bendê ye ku çerçoveya yasayê li Encûmenê bê amadekirin. Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê jî li Encûmenê bi şandeyeke AKPyê re li ser çerçoveya yasayê danûstandin kir.

Li gorî zanyariyên ku Ajansa Welat (AW) ji çavkaniyên DEM Partiyê bi destxistine; DEM Partî ji bo çerçoveya yasayê li ser pêşnûmeyekê dixebite. Mafnas jî li ser pêşnûmayê dixebitin û piştî pêşnûma temam bû, dê ji raya giştî re parve bikin.

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan jî der barê pêûşnûmaya ku tê amadekirin hin peşniyaz kirine.

Kanal8

4 DEMJIMÊR BERÊ