HELÎKOPTEREKE AMERÎKAYÎ NÊZÎKÎ TENGAVA HURMUZÊ KETIYE XWARÊ

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Rojnameya New York Timesê roja Sêşemê ragihand ku helîkoptereke leşkerî ya Amerîkayî roja Duşemê li nêzîkî Tengava Hurmuzê ketiye xwarê û piştrast kir ku ekîba wê hatiye rizgarkirin.

Rojnameyê ji çavkaniyên di artêşa Amerîkayî de angaşt kir ku bûyer di demekê de ku helîkopter li Tengava Hurmuzê ya stratejîk difiriya çêbûye. Pê de çû û got ku hemî endamên ekîbê sax mane û niha ewle ne.

Sedema rastîn a bûyerê hîn ne diyar e, ji ber ku çavkaniyan piştrast nekirine ka ew ji hêla Îranê ve hatiye xistin an ji ber şaşiyeke mekanîkî ye.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump bûyer piştrast kir û diyar kir ku ekîba helîkopterê ewle ye û rayedar dixebitin ku hemî agahdariya pêwîst der barê bûyerê berhev bikin.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ