TRUMP: TIŞTA KU DIVÊ ÎRAN BIKE, DIKE

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê ragihand ku Îsraîl dê careke din li dijî Îranê şer neke û tekez kir ku Tehran dixwaze peymaneke pir baş bi dest bixe.

Di hin gotinan de ku ji hêla CNNyê ve hatine ragihandin; Trump ji rojnamevanan re got, "Ez bawer nakim ku Netanyahu dê careke din li dijî Îranê şer bike ji ber ku tişt baş diçin û Îran tiştê ku divê bike dike."

Pê de çû û got ku Amerîka niha bi Îranê re danûstandinan dike û dubare kir ku Tehran dixwaze peymaneke pir baş bi dest bixe.

Wî berdewam kir, "Em niha bi Îraniyan re danûstandinan dikin û ew dixwazin peymaneke pir baş bi dest bixin." Tekez kir ku "Îranî amade ne ku her tiştî bidin me û ew amade ne ku dev ji mijara çekên nuklerî berdin."

Trump got: "Dema ku em di demeke nêzîk de serkeftina giştî li ser Îranê ragihînin, bihayên petrolê dê dakevin."

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ