KARWANÊ 8EM Ê KOÇBERÊN EFRÎNÊ SIBE BI RÊ DIKEVE

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Piştî paşxistina wê ya bêsedem di 3ê Hezîranê de, biryar e sibe, Çarşemê 10ê Hezîrana 2026an, di berbangê de, Karwanê 8em ê koçberên Efrînê ji herêma Cizîrê û Kobaniyê ber bi warê xwe ve bi rê bikeve.

Zanyariyên meydanî destnîşan dikin ku xalên kombûn û destpêkirinê dê li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dêrik û Girkê Legê (Tirbespiyê/Maşûq) bin, her wiha hinek malbat ji Kobaniyê jî li aliyê Sirînê digihin wan û bi hev re berê xwe bidin gund û navçeyên Efrînê li gundewarê bakurê Helebê.

Gelek malbatên ku li navçeyên koçberiyê mabûn, jixwe dest bi amadekirina tirimbêl û kelûpelên xwe kirine.

Ev karwanên vegerê, beşek in ji zincîreya operasyonên rêxistinkirî yên vegera xwebexş û ewle, ku pişta xwe bi rêkeftina siyasî û leşkerî ya giştgîr a 29ê Çileya 2026an (di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk - HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de) girêdide û di bin çavdêriya "Tîma Serokatiyê" ya erkdar de bi rê ve diçe.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ