TIRKIYE AMADE YE DERIYÊ NISÊBÎN-QAMIŞLOYÊ VEKE

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Tirkiye roja Sêşemê ragihand ku ew amade ye ku deriyê sînorî yê Nisêbîn-Qamişloyê yê bi Sûriyeyê re ji nû ve veke, wekî beşek ji hewildanên ji bo zêdekirina bazarganiyê û berfirehkirina danûstandina aborî di navbera her du welatan de. Ev daxuyanî di dema Lûtkeya Aboriya Bajarên Anadoluyê de li Gazîantepê hate dayîn.

Wezîrê Bazarganiyê yê Tirkiyeyê Omer Polat diyar kir ku welatê wî, aliyê Sûriyeyê ji amadebûna xwe ya ji bo vekirina deriyê sînor agahdar kiriye û tekez kir ku pêşîniya Tirkiyeyê der barê Sûriyeyê; parastina yekparçeyiya xaka wê, serweriya wê û aramiya saziyên dewletê ye.

Di pêşveçûneke têkildar de, Polat planên vekirina deriyê trênê yê Islahiye di navbera Gazîantep û Sûriyeyê de di demeke nêzîk de eşkere kir, ku dê binesaziya veguhastin û bazirganiyê baştir bike.

Polat destnîşan kir ku bazarganiya heyî ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ji 3 milyar dolarî derbas dibe, bi armanca hevpar ku di qonaxa pêş de bigihe 5 milyar dolarî û di dawiyê de di salên pêş de bigihe 10 milyar dolarî.

Pê de çû û got: "Hejmarek ji saziyên karsazî û pîşesaziyê yên Tirkiyeyê dest bi vekirina şaxên xwe li Sûriyeyê kirine, gavek ku vebûna aborî ya zêde di navbera her du aliyan de nîşan dide. Wî her wiha destnîşan kir ku xebat ji bo modernîzekirin û bipêşxistina hemî deriyên sînor di rê de ye.

Ji aliyê xwe ve, Cihgirê Parêzgarê Helebê Mehmûd Şehade di vekirina lûtkeyê de got ku tiştê ku îro bajaran dike yek ji têkiliyên dîrokî derbas dibe, hevkariyên stratejîk ava dike ku dikarin bi pirsgirêkên paşerojê re rû bi rû bimînin. Wî tekez kir ku bipêşxistina bajarên sînor kevirê bingehîn ê armaniyê ye.

Di gotareke cuda de, Wezîrê Aborî û Pîşesaziyê yê Sûriyeyê Mihemed Nîdal Şear banga berfirehkirina hevkariya aborî bi Tirkiyeyê re kir, wê wekî hevkareke xwezayî bi nav kir û daxwaz kir ku sektora bankayê bi vekirina şaxên bankayan li Sûriyeyê ji bo piştgiriya têkiliyên aborî yên di navbera her du welatan de were xurtkirin.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ