FÎDAN: BI BERDEWAMÎ EM HEWLÊN RAWESTANDINA ALOZIYÊN LI ROJHILATA NAVÎN DIKIN

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ragihand, bi armanca bidawîanîna şerê li Rojhilata Navîn, ew ê hem bi Amerîka û hem jî bi Îranê re têkiliyên xwe bidomînin û di heman demê de bi welatên herêmê re jî şêwirê dikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di civîneke çapemeniyê de piştî hevdîtinên xwe bi hevtayên xwe yên Azerbaycan û Gurcistanê re ragihand: "Divê em vî şerê ku herêma me û cîhan xistiye nav krîzê de, bi dawî bikin û got: Tirkiye dê di vê dema krîtîk de piştgiriya dîplomasî û diyalogê bike."

Fîdan dewam kir û got: "Di civîna me ya îro de gotûbêjên aştiyê yên di navbera Îran û Amerîkayê de jî hebûn. Pêwîst e ku ev şerê ku herêma me û cîhanê aniye ber karesatê li dû xwe bihêlin. Di vî warî de, em têkiliyên xwe bi hem Amerîka û hem jî bi Îranê re didomînin, di heman demê de bi welatên herêmê re jî bi şêwirmendiyeke nêzîk dixebitin. Tirkiye dê di vê serdema çarenûsan de piştgiriya dîplomasî û diyalogê bidomîne."

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ