HATIMOGULLARI: DIVÊ EM BIRYAR BIDIN; EW GIRÊKA SED SALÎ DÊ WERE VEKIRIN AN NA
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari di civîna koma partiya xwe de ragihand, divê rêxistinên navneteweyî, ew tawanên dijî jinan û pekhatêyan li Sûriyeyê têne kirin, lekolîn bikin û beramber wan tawanan bêdeng nemînin.
Hatimogullari di gotara xwe de wiha got: "Em her tim li dijî êriş û qirkirina li dijî Elewî û jinên Elewî li Sûriyeyê derketiye. Di sala 2025an de, gelek jin û keçên Elewî, Durzî, Xiristiyan û Kurd li Sûriyeyê rastî binpêkirinên mafên mirovan ên giran hatin. Hin ji wan hatin revandin, êşkenceya sîstematîk, destdirêjî, veguherîna bi zorê bo ol û mezhebên din û rastî gelek şêweyên din ên tundiyê bûn."
Behsa bekgekirina wan kir û got: "Em vê yekê ji sopandin û govaniya xwe, ji daxwazên alîkariyê yên ku me wergirtine û ji tiştên ku ji hêla saziyên navneteweyî ve bi berdewamî hatine belgekirin dizanin."
Behsa Hikûmeta Sûriyeyê jî kir û got: "Rejîma Şamê tawanbar, gurker û hêsankarê van sûcan e. Divê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û rêxistinên jinan ji vê yekê haydar bin û wê bixin rojeva xwe. Divê ev sûc bi bandor û bêalî werin lêkolînkirin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku li dijî êrişên etnîkî û olî yên li dijî sivîlan û sûcên li dijî jin û keçan li Sûriyeyê hatine kirin tedbîran bigire."
Hevseroka Giştî DEMê Tulay Hatimogullari behsa Tirkiye û Pêvajoya Aştiyê kir û got: "Pêvajoyeke herî hestiyar di dîroka me de derbas dibe, ji ber wê jî divê yasa werin derkirin, da ku em karibin ew girêkên ev sed sal in hatine girê dan, careke din vekin."
Di dawiyê de wiha got: "Tirkiye di yek ji serdemên herî krîtîk û nazik ên dîroka xwe re derbas dibe, lê di heman demê de di serdemek e ku heger rêyeke rastîn a çareseriyê were şopandin, sozeke mezin dide. Rojên pêş me ne rojên asayî ne, ew roj in ku em ê biryar bidin ka girêka sed salî dê were vekirin an na."
3 DEMJIMÊR BERÊ