ŞANDEYEKE ZANÎNGEHA KOBANIYÊ LI EWROPAYÊ YE

Nûrhat Hesen 2 DEMJIMÊR BERÊ

Di çarçoveya hewlên Zanîngeha Kobaniyê ya berfirehkirina tora têkiliyên xwe yên pratîkî û xurtkirina hevkariya xwe ya akademîk li ser asta navneteweyî de, şandeya Zanîngeha Kobaniyê gera xwe ya akademîk li Almanyayê didomîne.

Şande ji endamên Birêveberiyê Şervan Muslim û Eşref Mehmûd pêk tê, di 25ê Gulanê de giha Almanyayê.

Şande li Zanîngeha Şitşêtesin a Polonyayê tev li kongreyê navneteweyî yê jimaryarî, karsazî, aborî û siyasetê bû.

Piştî ku kongre bi dawî bû şande bi akademîsyen û lêkolerên Kurd re civiya. Her wiha serdana gelek zanîngeh, saziyên akademîk ên Almanyayê kir.

Di serdanê de li ser mekanîzmayên bipêşxistina akademîk û zanistî nîqaş hatin kirin. Her wiha rê û rêbazên bipêşxistina xebatên perwerde û fêrkirinê, pêdiviyên zanîngehê, rewşa xwendinê li Kobaniyê û lêkolînên zanistî yên Zanîngeha Kobaniyê, hatin nirxandin.

Akademîsyen û lêkolerên Kurd ên li Almanyayê anîn zimên ku ew amade ne bi zanîngeha Kobaniyê re bibin alîkar û tecrûbeyên zanîngehên Almanyayê veguhêzin Zanîngeha Kobaniyê.

Di dawiyê de hat gotin ku dê mekanîzmeyên çalakirina hevkariya zanistî û akademîk ku xizmeta saziyên perwerde û civakê bikin, çalak bikin.

Zanîngeha Kobaniyê sala 2017’an hatibû vekirin û bi dehan ji beş û fakulteyan tê de hene.

Nûrhat Hesen

2 DEMJIMÊR BERÊ