PETER GALBRAITH: KURDINO! QEWITIYA MIN LI WE, GUH NEDIN AMERÎKA Û BILA BAWERIYA WE PÊ NEYÊ
Alîkarê Sekreterê Giştî yê berê yê Neteweyên Yekbûyî Peter Galbraith dibêje ku divê destûr neyê dayîn ku destûra paşerojê ya Sûriyeyê ji hêla komeke hilbijartî ve were nivîsandin. Ew her wiha hişyarî dide Kurdan ku xwe nespêrin Amerîkaya di bin serokatiya Trump de, ji ber ku wî sê caran xiyanet li wan kiriye.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê berê yê Neteweyên Yekbûyî Peter Galbraith ji KANAL8ê re got ku divê li Sûriyeyê desteyeke destûrî were hilbijartin da ku Kurd di nivîsandina destûrê de cih bigirin. Divê Kurd rê nedin Serokê Sûriyeyê Ehmed Şeri ku destûrê ji bo serdema veguhêz ji nû ve binivîse.
Galbraith got: "Sê têgehên sereke hene ku Kurdên Sûriyeyê pêwîstîdar in ku niha li ser nîqaş bikin; a yekem, avakirina encûmeneke destûrî ya hilbijartî ye; divê destûra Sûriyeyê ji hêla Sûriyeyiyan bi xwe ve bi rêya encûmeneke hilbijartî were nivîsandin, ne ji hêla Ehmed Şeri û kesên ku wan erkdar dike."
Pê de çû û got: "Heger ev bi rêya dezgeheke hilbijartî were kirin çi dibe? Ew hevsengiya demografîk a Sûriyeyê nîşan dide. Nêzîkî ji sedî 35 heta 45ê nifûsê kêmnetewe ne (Elewî, Durzî, Xiristiyan, Kurd, Şîe û Êzdî) û ji sedî 65ê din Erebên Sûriyeyê ne. Hebûna karbidestên hilbijartî dê garantî bike ku dewleteke Îslamî ya radîkal tine be."
Behsa xala duyem kir û got: "Xala duyem lihevkirin û danûstandinên nû ye. Dema ku dem ji bo danûstandinan were, Kurd, Durzî û Elewî hemî cureyeke xwebirêveberiyê dixwazin, da ku Sûriye bibe dewleteke federal, ku mafên her kesî biparêze. Ew demokratîk e. Divê ew rê nedin Ehmed Şeri ku destûrê ji nû ve binivîse ji ber ku heger ew neçar bimînin ku tenê bi wî re danûstandinan bikin, di dawiyê de dê pir hindik tişt hebin."
Behsa xiyaneta Trump ji Kurdan re kir û got: "Trump sê caran xiyanet li Kurdan kir û divê Kurd di bin serokatiya Trump de xwe nespêrin Amerîkayê. Divê guh nedin Amerîkayê. Divê xwe bispêrin xwe,"
Galbraith polîtîkayên darayî yên Trump rexne kir û got: "Seyr e ku meriv bibihîze ku Donald Trump dibêje ku partiyeke din çekan didize dema ku ew ji gelê Amerîkayî didize. Ew dixwaze budçeyeke 1 mîlyar dolarî destnîşan bike û Kongreyê ev qebûl nekir."
Di dawiya axaftina xwe behsa dubare dîroka xiyanetên Trump ên li hember Kurdan anî zimên: "Donald Trump sê caran xiyanet li gelê Kurd kiriye; di 2017an de, dema ku wî destûr da Qasim Suleymanî ku tankên Amerîkayî bi kar bîne û Kerkûkê kontrol bike, di 2019an de dema ku wî piştî ku wan DAIŞ têk bir xiyanet li Kurdên Sûriyeyê kir. Qewêtiya min ji bo Kurdên li Sûriye û Iraqê ev e ku guh nedin Amerîkayê."
3 DEMJIMÊR BERÊ