ERDOGAN: EWLEHIYA TIRKIYEYÊ NE LI HATAYÊ, LÊ LI HELEB, ŞAM Û BEYRÛTÊ DEST PÊ DIKE
Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyib Erdogan behsa êrişên Îsraîlê yên li ser Libnan û Sûriyeyê kir û bi tundî li dijî Îsraîlê axivî.
Erdogan gotarek li pêşberî endamên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK partiyê) li parlemanê pêşkêş kir û wiha li ser êrişan got: "Êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriye û Libnanê gihane wê astê ku niha gefê li Tirkiyeyê jî dixwin."
Nerazîbûna xwe li ser armancgirtina herdu welan nîşan da û got: "Em ê çavên xwe armancgirtina Sûriye û Libnanê ji aliyê Îsraîlê ve negirin, ji ber ku herdu welat ji bo ewlehiya me ya neteweyî pir giring in."
Berevanî di ber bajarên Sûriyeyê de kir û got: "Ewlekariya Tirkiyeyê ne li Hatayê, lê li Heleb, Şam û Beyrûtê dest pê dike."
Bi tundî dev avête siyasetên Îsraîlê û got: "Em baş ji armanca dawîn a xeyalên "Axa Sozdayî" haydar in û fêm dikin."
Erdogan hişyarî da û got: "Em hişyariyê didin ku nekevin nav kirinên ku xizmeta tora komkujiyan a Sehyonîst dikin."
Di dawiyê de bangek kir û got: "Rawestandina Îsraîlê berpirsiyariyeke mirovî ya hevpar e."
3 DEMJIMÊR BERÊ