TRUMP: ARTÊŞA AMERÎKAYÊ 100 MILYON BERMÎL PETROL JI TENGAVA HURMUZ DERXIST
Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê got ku hêzên wî "operasyoneke veşartî" pêk anîne ku rê li ber derxistina 100 milyon bermîl petrol ji Tengava Hurmuzê vekiriye.
Trump li ser platforma xwe ya Truth Social nivîsand: "Meha bihurî, min ferman da artêşa me ya mezin ku moperasyoneke veşartî pêk bînin da ku piştgiriyê bidin tankerên petrolê û keştiyên din ên barhilgir li Tengava Hurmuzê."
Trump pê de çû û got: "Îro ez kêfxweş im ku radigihînim ku vê hewildanê rê li ber derxistina 100 milyon bermîl petrol ji Tengava Hurmuzê vekiriye û zêdetirî 200 keştiyan ji wir ve re derbas bûne."
Kanal8
2 DEMJIMÊR BERÊ