ŞEREKÎ ÇEKDARÎ LI GUNDEKÎ KOBANIYÊ RÛ DA
Li gundê Aşmêyê yê Kobaniyê hin kesan hewl da tevliheviyê derxin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn destwerdan kir û rê li ber tevliheviyê girt.
Nûçegîhanê KANAL8ê yê Kobaniyê Delîl Remedan ragihand ku hin kesên ji Erebên navçeya Şêxlerê yên Kobaniyê yan pezê xwe berdidin nav erdên ku welatiyên gundê Aşmêyê çandine û yan jî agir berdidin wê û dibêjin ku ew zevî di bingehê xwe de yê wan in.
Li gorî agahiyan, şeva din hin kesan şivanekî gundê Aşmêyê girtibûn û pişt re welatiyên gundê Aşmêyê jî 15 endamên Ewlehiya Giştî yên ji Şêxlerê girtibûn û şerekî çekdarî rû dabû. Li gorî agahiyan hêzên Asayîşê û Rwlehiya Giştî hewl dan şer rawestînin lê di encama şer de; derdora 6 kes birîndar bûbû.
Li gorî Nûçegîhanê KANAL8ê; Hêzên Ewlehiyê çûne gundên ku şer lê çêbûye û çekên bi wan re ji wan standine da ku rê li ber derketina şerekî din bigirin. Li gorî Nûçegîhan niha rewşa gund aram e.
2 DEMJIMÊR BERÊ