MURAT KARAYILAN SÊ MERCÊN BER BI PÊŞ ÇÛNA PÊVAJOYÊ ÊŞKERE KIR

Kanal8 4 DEMJIMÊR BERÊ

Murat Karayilan sê mercên sereke ji bo bipêşveçûna Pêvajoya ragihand û got: "Heta ku Abdullah Ocalan di girtîgehê de be, Pêvajo bi pêş naçe û heger gavên yasayî jî neyên avêtin, hêzên Gerîlayê dê çekên xwe daneynin."

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (HPG) Murat Karayilan di peyameke vîdyoyî de mercên sereke yên Pêvajoya Aştiyê ragihand û da zanîn, ji bo Pêvajo bi pêş ve here; di gava yekem de divê statuya Abdullah Ocalan were zelalkirin û got: "Ocalan danûstankarê sereke ye û ji bo ku di navbera Kurdan û dewleta Tirkiyeyê de aştî pêk were, divê Abdullah Ocalan were serbestberdan."

Karayilan diyar kir ku di gava duyem de jî divê hebûna gelê Kurd di destûra Komara Tirkiyeyê de were misogerkirin.

Endamê Fermandariya HPGyê der barê çekdanîna Gerîlayan de wiha got: "Heya ku gavên yasayî neyên avêtin, hêzên Gerîlayê dê çekên xwe daneynin" û da zanîn ku niha; Pêvajo didome, dibe ku di vê mehê de yasa were rojevê û got: "Em dê temaşeyî naveroka yasayê bikin, heger sê xalên sereke vebigire, wê demê dê rêya çareseriyê vebe, lê heger wiha nebe û tenê li ser bingeha çekdanînê be, yasa nayê qebûlkirin û Pêvajo bi pêş ve naçe."

Kanal8

4 DEMJIMÊR BERÊ