LI ROJAVAYÊ KOBANIYÊ HIN KESÊN EREB ÊRIŞÎ ZEVIYÊN KURDAN DIKIN

Nûrhat Hesen 3 DEMJIMÊR BERÊ

Li Kobaniya Rojavayê Kurdistanê ji roja Çarşemê ve pirsgirêkek li navçeya Şêxlerê û gundê Aşmêyê derketiye, lê bingeha pirsgirêkê koma Emşatê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ye.

Roja Çarşemê, hin kesên ji Erebên navçeya Şêxlerê ya Kobaniyê, şivanê pêz ê Kurd ku ji gundê Aşmêyê ye girtibûn û êrişî ser gundê Aşmêyê kiribûn û welatiyên Aşmêyê jî zêdetirî 45 kes ji navçeya Şêxlerê yên di nav artêşê de ne girtibûn.

Nûçegîhanê KANAL8ê yê Kobaniyê Delîl Redeman got: "Hin Erebên ji Şêxlerê ji dema hilweşîna Esed ve, yan pezên xwe berdidin nav zeviyên Kurdan an jî agir bi zeviyên wan ên çandiniyê dixin û karên xirab li dijî welatiyên Kurd dikin û carinan jî digihe asta şer."

Nûçegîhanê KANAL8ê got: "Gelek caran endamên koma Emşatê ya Wezareta Parastinê dema tên malê, xwe bi çekan xwe bi hêz dikin û gurkirinê li dijî Kurdên Rojavayê Kobaniyê dikin."

Duh endamên koma Emşatê bi navê komkirina çekên bêserûber hewl dabûn bi ser gundên Aşmêyê û gelek gundên din de bigirin, lê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê rê li ber wê yekê girtibû û nehiştibû ew çekdar bikevin nav wan gundan.

Îro li gorî agahiyên, 11 kesên ji ber bûyerên roja Çarşemê hatibû girtin, hatin berdan û Nûçegîhanê KANALê diyar kir ku îro aramiyek li navçeyê heye lê destnîşan kir; hebûna çekdarên Emşatê li navçeya Şêxlerê dihêle berdewam rewş li wan deveran xirab bibe.

Nûrhat Hesen

3 DEMJIMÊR BERÊ