GELO YPJ TEVLÎ ARTÊŞÊ NEBE DÊ ÇI BIBE?
Rohilat Efrînê behsa civîna wan a bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re kir û got, “Me got em wek tugayek li herêmên xwe parastina xwe çêbikin.”
Enstituya Aştî ya Kurdî li ser mijara entegrasyona li Sûriyeyê, naskirina YPJyê û rewşa jinan li pêşeroja Sûriyeyê de bi rêya zoomê panelek li dar xist.
Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn û berdevka YPJyê Rûksen Mihemed tevli panelê bûn.
Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrînê got, divê ji bo tevlibûna artêşê di serî de tevlibûna jinan a hemû qadan divê zext li hikûmeta Şamê were kirin û wiha pê de çû: Bi taybetî tişta ku ji raya giştî ya navneteweyî tê xwestin çavdêrîkirina prosodura entegre û çekan e. Piştgiriya amadekirina çarçoveya qanûnî û siyasî û tevlîbûna jinan a parastinê wek mafeke rewa were destgirtin. Divê jin cihê xwe di amadekirina qanûna parastinê de bigirin û pêwîste bêyî beşdariya jin tu qanûn neyên qebûlkirin. Ez bawerim raya giştî ya navneteweyî ji bo ewlehî û parastina jin rola ku dikeve ser milê wan bilîzin.
Civîna bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re
Rohilat Efrînê behsa civîna wan a bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re kir û da diyarkirin ku wezareta parastinê dibêje YPJ dikare tenê di nav hêzên Ewlekariya Hundirîn de cihê xwe bigire û pêşniyara wan a ji bo wezaretê jî wiha anî zimên: Me got wek tugayek li herêmên xwe parastina xwe çêbikin. Dibe li hemû deverên Sûriyeyê pêk neyê lê em dikarin li herêma xwe vê pêk bînin. Ji ber hebûna YPJyê dilê civakê bi taybetî jinan rehet dike.
Tevlîbûna YPJyê di nav artêşê de di çi astê de be?
Fermandara YPJYê Rohilat Efrînê pirsa ‘ger hikûmeta Sûriyeyê YPJYê qebûl neke, wê alternatîfa we çi be û tevlinebûna YPJYê ya nav artêşê xetereyek çawa bi xwe re bîne’, wiha bersivand: Em jî vê mijarê niqaş dikin. Lê pêwîstî bi rêya diyalogê were çareserkirin heye. Em dixwazin diyalogên xwe dewam bikin, me daxwaz û nêrînên xwe ragihand. Em hewl didin bidin fêmkirin dê tevlibûna YPJyê di çi astê de be. Ger qebûl nebe mirov dikare wê demê mijarê ji nû ve binirxîne. Ev pêvajo ji bo parastina destkeftiyan ji bo jinan pêvajoya têkoşînê ye.
Hevdîtina bi tîma Amerîkî re
Rohilat Efrînê ragihand ku ji bo mijara cihgirtina YPJyê di nav artêşê de bi tîma Tom Barrack re jî hevdîtin pêk anîne û got ku ew jî pêşniyar dikin ku YPJ di nav hêzên ewlekariya hundirîn de cihê xwe bigire û di vê mijarê de dê demên pêş niqaş û hevdîtinên wan bidome.
2 DEMJIMÊR BERÊ