REŞNIVÎSA 14 XALÊN PEYMANA AMERÎKA Û ÎRANÊ
Medyaya Amerîkî reşnivîsa peymana ku dê roja Înê li Swîsreyê were îmzekirin weşand ku 300 milyar dolar ji bo ji nû ve avakirina Îranê û bidawîanîna şerê li herêmê peyda dike.
Şer û operasyonên leşkerî bi dawî bînin
1. Amerîka, Îran û hevalbendên wan ragihandin ku hemû operasyonên leşkerî li hemû eniyan, bi taybetî li Libnanê, bi awayekî demildest û hertimî bi dawî dibin. Her du alî jî pêbend in ku serî li zor û gefan nedin û serweriya Libnanê biparêzin.
Rêzgirtina serweriya hevdu
2. Hem Amerîka û hem jî Îran pêbend in ku rêz li serweriya û yekparçeyiya axa hevdu bigirin û bi ti awayî destwerdanê di karûbarên navxweyî yên hevdu de nekin.
Diyarkirina dema danûstandinan
3. Washington û Tehran li hev kirine ku di nav 60 rojan de li ser rêkeftineke dawî danûstandinan bikin, ku bi razîbûna her du aliyan dikare were dirêjkirin.
Rakirina dorpêça deryayî û vekişandina leşkeran
4. Di cih de piştî îmzekirina peymana lihevtêgihiştinê, Amerîka dê dorpêça deryayî ya li ser Îranê rake û hemî astengî dê di nav 30 rojan de bi dawî bibin. Amerîka dê leşkerên xwe ji sînorên Îranê jî 30 roj piştî rêkeftina dawî vekişîne.
Asayîkirina trafîka keştîvaniyê û Tengava Hurmizê
5. Îran dê ji bo keştîyên bazirganî ji Kendavê ber bi Deryaya Omanê ve ji bo 60 rojan rêyek ewle û bê bac peyda bike. Divê mîn di nav 30 rojan de werin paqijkirin û Tehran bi welatên Kendavê re di danûstandinan de ye da ku Tengava Hurmizê li gorî qanûnên navneteweyî birêve bibe.
Fona ji nû ve avakirinê ya 300 milyar dolarî
6. Amerîka û hevkarên wê planeke 300 milyar dolarî ji bo ji nû ve avakirin û pêşxistina aboriya Îranê bicîh tînin. Mekanîzmaya vê nexşeyê dê di nav 60 rojan de wekî beşek ji peymana dawî were destnîşankirin û hemî destûrên darayî dê werin dayîn.
Rakirina hemê cûre cezayan
7. Amerîka dê pêbend be ku hemû sizayên Konseya Ewlekariyê, IAEA û Amerîkayê (seretayî û duyemîn) rake. Bernameya rakirina sizayan dê di peymana dawî de were destnîşankirin.
Çarenûsa uranyuma dewlemendkirî
8. Heger Îran li dû çekên atomî nebe, uranyuma dewlemendkirî dê di bin çavdêriya Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî de li cihê xwe were kêmkirin. Pêdiviyên atomî yên pêşerojê yên Îranê jî dê di peymana dawî de werin çareserkirin.
Parastina rewşa heyî
9. Heta ku lihevkirinek dawî neyê bidestxistin, Îran dê bernameya xwe ya nukleerî di asta xwe ya heyî de rawestîne û Amerîka dê ti sizayên nû ferz neke an jî leşkerên zêdetir neşîne herêmê.
Hêsankirina hinardekirina petrolê
10. Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê lîsansên fermî ji bo hinardeya petrol û petrokimyayî ya Îranê û karûbarên bankayî dide. Armanc ew e ku Tehran bikaribe petrola xwe bi bihayên normal bifroşe û firotina petrolê ya bi erzanî ji Çînê re bi dawî bike.
Belavkirina fonên astengkirî
11. Amerîkayê mecbûr e ku hemû sermayeyên cemidî yên Îranê berde. Banka navendî dikare fonan bi her awayî û ji bo her armancê bikar bîne û rêbaza berdanê dê di danûstandinan de were destnîşankirin.
Mekanîzmayên çavdêriyê
12. Her du alî li hev kirine ku mekanîzmayek bicîhanînê biafirînin da ku pêbendbûna bi bendên vêlihevtêgihiştinê û Peymana Dawî ya Pêşerojê bişopînin.
Destpêkirina danûstandinên fermî
13. Piştî îmzekirina vê peymana lihevtêgihiştinê û bicîhanîna Bendên 1, 4, 5, 10 û 11, Washington û Tehran dê demildest dest bi danûstandinên fermî bikin da ku li ser bendên mayî li hev bikin.
Pesendkirina ji aliyê Konseya Ewlekariyê ve
14. Peymana dawî dê were pejirandin û bi biryarek girêdayî ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bikeve meriyetê.
Merasîma Îmzekirinê
Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf biryar e ku roja Înê li Swîsreyê mpeymana lihevtêgihiştinê îmze bikin.
2 DEMJIMÊR BERÊ