QALÎBAF: MAFÊ ME HEYE KU JI KEŞTIYÊN DI HURMUZÊ RE DERBAS DIBIN, PEREYAN WERBIGIRIN

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf û şandeya danûstandinan ragihand, li gorî peymana, mafê me heye ku ji keştiyên di Tengava Hurmuzê re derbas dibin pereyan bistînin.

Di hevpeyvînekê de bi televîzyona dewletê ya Îranê re, Qalîbaf diyar kir ku li gorî yasaya navneteweyî; mafê welatên beravê yên ku li ser tengavê ne heye ku berpirsyariyên wan ên taybetî hebin, di nav de berhevkirina pereyan ji keştiyan û got: "Ev di peymana bi Amerîkayê re de cih digire."_

Li gorî 14 bendên peymanê ku duh ji hêla Trump û Pizişkiyan ve hatî şanenavkirin, behsa "derbasbûna azad a keştiyan di Tengava Hurmuzê de" dike.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ