HUDAPAR’Ê DAXWAZA EŞKEREKIRINA CIHÊ GORA ŞÊX SEÎD KIR
Parlementerê HUDA PARê Faruk Dînç ragihand, divê cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî were eşkerekirin û dewlet jî bi awayeke fermî daxwaza lêborînê bike.
Parlementerê HUDA PARê yê bajarê Mersînê Faruk Dînç, di civîna civata giştî ya parlementoya Tirkiyê de gotarek pêşkeş kir û bo boneya nêzîkbûna 101 saliya şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî daxwaza avêtina gavên pêdvî kir.
Dînç diyar kir, ji bo bi destxistina dadperwerî û aştiya civakî divê siyasetên buxtan û reşkirinê yên ku heta îro li dijî Şêx Seîd û hevalên wî berdewam dikin, werin bi dawî kirin.
Parlementerê Hudaparê daxwaz kir ku, dewleta Tirkiye bi awayeke fermî daxwaza lêborînê bike û cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî jî eşkere bike.
29ê Hezîranê dê 101 sal di ser darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî derbas bibe û di gel daxwaza tevahiya aliyên kurdan ji bo diyarkirina cîhê gora Şêx Seîd û hevalên wî, lê heta niha dewleta Tirkiyeyê cihê gora wan eşkere nekiriye.
3 DEMJIMÊR BERÊ