LI VENEZUELA'YÊ DU ERDHEJ ÇÊBÛN
Li Venezuelayê, bi hêza 7.2 û 7.5 pileyan, du erdhejên bi navbera wan kêmtirî yek deqeyê çêbûn.
Seroka demkî yê Venezuelayê Delcy Rodriguez ragihand ku di erdhejên li welêt de 32 kes mirine û zêdetirî 700 kes jî birîndar bûne.
Lêkolînên Jeolojîk ên Amerîkayê (USGS) ragihand ku pêşî erdhejek bi pileya 7.2 li San Felipe, eyaleta Yaracuy çêbûye, û 39 saniye şûnda erdhejek din a mezintir a bi pileya 7.5 çêbûye.
Ji erdhejên destpêkê ve zêdetirî 20 erdhejên paş-erdhej li herêmê hatine tomar kirin. Li gorî raporê, deverên ku herî zêde bandor bûne li peravên bakurê welêt in, di nav de La Guaira, Aragua, Carabobo, û Falcon hene.
Erdhej li paytext Caracas bi tundî hat hîskirin, bû sedema qutbûna elektrîkê, rawestandina dabînkirina benzînê.
3 DEMJIMÊR BERÊ