AGÎT KABAYEL BÛ ŞAMPIYONÊ CÎHANÊ

Sema Reşid 2 DEMJIMÊR BERÊ

Konseya Boksê ya Cîhanê (WBC) boksorê Kurd Agît Kabayel wekî şampiyonê cîhanê yê di sîkleta giran de ragihand. 

Piştî ku şampiyonê cîhanê yê Ukraynî Oleksandr Usyk biryar da dev ji hemû şampiyoniyên xwe yên di sîkleta giran de berde, Konseya Boksê ya Cîhanê (WBC) Agît Kabayel wekî şampiyonê nû yê cîhanê yê di sîkleta giran de ragihand.

Kabayel bû yekem boksorê Kurd di dîrokê de ku ev şampiyonî bi dest xist. Ew her wiha yekem welatiyê Alman e ku piştî Max Schmelingê ku di sala 1932an de ev şampiyonî bi dest xistiye. Kabayel diyar kir ku wî xewna xwe pêk aniye û got, “Ez nikarim hestên xwe yên niha bi gotinan vebêjim.”

Kabayelê 34 salî, ku herî dawî di 11ê Çileyê de li Oberhausenê li dijî boksorê Polonî Damian Knyba kemera xwe bi serkeftî parast, sernavê “şampiyoniya demkî” ya WBC digirt. Bi biryara konseyê, Kabayel niha şampiyonê cîhanê yê sîkleta giran e.

Piştî serkeftina şampiyoniya cîhanê, Kabayel li ser hesabê xwe yê Instagramê daxuyaniyek da û got, “Ji îro pê ve ez Şampiyonê Cîhanê yê Sîkleta Giran WBC me. Di dîrokê de yekem Kurdê şampiyonê cîhanê yê sîkleta giran de me û hema hema piştî 100 salan yekem şampiyonê cîhanê yê Alman im. Tiştên ku niha hîs dikim nikarim bi gotinan vebêjim.”

Kabayel spasiya alîgirên xwe kir û got, "Spas ji her kesê re ku di vê rêwîtiyê de piştgirî da min. Ev serkeftin a me hemûyan e. Ez ê her tiştî bikim da ku vê kemberê demek dirêj bigirim û navên din lo koleksiyona xwe zêde bikim.”

Agît Kabayel kî ye?

Boksorê Kurd Agît Kabayel di 23ê Îlona 1992an de li Leverkusen, North Rhine-Westphalia, Almanyayê ji dayik bûye. Malbata wî di dawiya salên 1990an de ji navçeya Pazarcik a Mereşê koçî Almanyayê kirine.

Agît berî ku dest bi boksê bike, di ciwaniya xwe de futbolê lîstiye. Wî kariyera xwe ya profesyonel di 23ê Hezîrana 2011an de, di 18 saliya xwe de li Wuppertalê dest pê kir. Kabayel beşdarî gelek şampiyoniyên giraniyê yên li ser asta herêmî bûye, di nav de şampiyoniya Ewropayê ji 2017 heta 2019an.

Şampiyonî û xelat:

  • 2014: Şampiyoniya WBC ya Deryaya Spî,
  • 2014: Şampiyoniya Ewropayê ya EBU,
  • 2017: Şampiyoniya Sîkleta Giran Ewropayê ya EBU,
  • 2018: Şampiyoniya SÎkleta Giran Ewropayê û Xelata Şerê Salê ya EBU
  • 2019: Şampiyoniya Ewropayê ya EBU,
  • 2024: Şampiyoniya Amerîkaya Parzemînî ya WBC û Şampiyoniya Amerîkaya Bakur a NABO

Berî ku wekî şampiyonê cîhanê were ragihandin, ew şampiyonê cîhanê yê “demkî” yê WBC bû û ji hêla Kovara Ring ve di rêza 4emîn a cîhanê de bû.

Agit Kabayel ji 27ê Hezîrana 2026an vir ve bû şampiyonê cîhanê yê sîkleta giran.

Sema Reşid

2 DEMJIMÊR BERÊ