RÊYA NAVBERA DIRBESIYÊ Û SERÊKANIYÊ JI MAYINAN TÊ PAQIJKIRIN
Ji bo vegera bi ewle ya koçberên Serêkaniyê, di rêya navbera Dirbesiyê û Serêkaniyê de xebatên paqijkirina mayinan didome.
Tîmên paqijkirina mayînan ji bo vekirina rêya Dirbêsiyê û Serêkaniyê ji bo welatiyan û vegera koçberan a bi ewle, xebatên xwe yên paqijkirina mayînan didomînin.
Endamê Koma Serokomariyê ya şopandina peymana 29ê Çileyê Mustefa Ebdî diyar kiribû ku ji bo rakirina mayînan û vekirina rê li pêşiya vegera koçberan, komîteya pispor hatiye avakirin.
Ebdî gotibû, rêya Til Temir û Serêkaniyê û rêya Dirbêsiyê û Serêkaniyê di demên dawîn de hatin vekirin, lê ji ber belavbûna mayînan tevgera çûn û hatinê li ser van rêyan tine ne.
Li gorî Komîteya Koçberên Serêkaniyê, zêdetirî 80 hezar koçber li bende ne ku li gorî peymana 29ê Çileyê, bi awayekî ewle vegerin cih û warên xwe.
2 DEMJIMÊR BERÊ