KABÎNEYA TIRKIYEYÊ ÎRO DICIVE

Kanal8 1 DEMJIMÊR BERÊ

Kabîneya Tirkiyeyê îro di bin serokatiya Serokomarê wî welatî Erdogan de li Beştepeyê dicive.

Hat ragihandin di civîna îro ya kabîneyê de civîna Bilind a NATOyê ya ku dê li Enqerê were lidarxistin û civîna Erdogan-Trump dê mijarên sereke yên rojeva civînê bin.

Her wihapêşketinên di pêvajoya çareseriyê de jî dê werin nîqaşkirin.

Civîna Serokên NATOyê, ku dê di 7-8ê Tîrmehê de were lidarxistin, dê ji bo kabîneyê mijareke sereke be.

Berî civîna bilind, ku dê serokên hikûmet û dewletan ji 32 endamên hevpeymaniyê û her wiha gelek welatên din beşdar bibin, dê amadekariyên dawîn werin nirxandin. Tedbîrên ewlehiyê yên din jî wê werin nirxandin.

Mijareke din a sereke ya civîna kabîneyê pêvajoya çareseriyê ye.

Rewşa dawî ya derbarê pêvajoya bêçekkirin û hilweşandina PKKyê dê di çarçoveya daneyên îstîxbaratê de were nîqaşkirin.

Pêşketina ku di hewldanên rêziknameya qanûnî de hatiye çêkirin jî dê were nirxandin.

Kanal8

1 DEMJIMÊR BERÊ