TUNCER BAKIRHAN: DIVÊ QANÛN JI BO HERKESÎ BE

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Aştiya ku bi gotinan dest pê dike, divê bi qanûnê were mohrkirin.”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de derbarê geşedanên dawî û pêvajoya çareseriyê axivî.

Tuncer Bakirhan derbarê nîqaşên ji bo pêvajoya çareseriyê tên kirin da diyarkirin, ji bo bawerî hebe û aştiyeke mayînde hebe divê ev yasa hemû kesî bigire nav xwe.

Bakirhan got, “Divê di navbera kesên ku vedigerin de cudahî neyê kirin. Em ji hin rayedaran dibihîzin ku ‘ev tê de ye, ev ne tê de ye.’ Deriyê aştiyê divê ji bo her kesê ku dixwaze tê de derbas bibe vekirî be.”

Bakirhan pêvajoya niha ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wekî yek ji mezintirîn derfetên dîroka siyasî ya Tirkiyeyê nirxand û wiha pê de çû: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikeve sala xwe ya duyemîn. Di vê pêvajoyê de gavên girîng hatine avêtin. Çek hatine danîn, komîsyonek parlementoyê hatiye avakirin û serdana komîsyonê ya Îmraliyê pêk hatiye.

Em tiştekî ji van kêm nabînin. Lê em ê çawa vê derfeta dîrokî veguherînin aştiyek mayînde, jiyaneke bi rûmet û pêşerojek demokratîk? Rêya vê yekê bi rêya qanûnek çarçoveyî ye.

Ew kesên ku li benda vegera ji çiyayan in, ew kesên ku bi neheqî û neqanûnî hatine girtin, ew kesên ku li sirgûnê dijîn û dayikên ku li benda zarokên xwe ne çavên wan li ser vê qanûnê ne.

Her kes dixwaze bizanibe: Gelo dewlet dê xwe bi qanûnê ve girêbide? Astengiyên wê çi ne? Gelo mirov dê karibin bi ewlehî vegerin? Gelo ev welat dê bi rastî aştiyê cidî bigire?

Bakirhan da diyarkirin ku ‘Qanûna çarçoveyî’ bersiva van pirsan e û da diyarkirin divê ew qanûn teng nebe, divê nezelal nebe, divê zelal û bê guman be.

Bakirhan ji bo baweriya bi pêvajoyê re got, “Ger bawerî nebe, veger nabe. Ger veger nebe, aştî dê mayînde nebe.”

Bakirhan da zanîn ku divê ev qanûn realîst be û rê bide kesên ku dixwazin vegerin bi rûmet vegerin. Ne meseleya çend rêziknameyên teknîkî ye û wiha got, “Aştiya ku bi gotinan dest pê dike, divê bi qanûnê were mohrkirin.”

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ