ENSARÎOGLU: BI TALÎMATA SEROKOMARÊ ME DÊ YASA DERBIKEVIN

Sidar Basut 01/07/2026

Parlamenterê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu ji KANAL8ê re got, "Heta niha di pêvajoyê de ti neyîniyek derneketiye holê."

Parlamenterê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu derbarê pêvajoyê agahiyên girîng dan KANAL8ê û got, “Serokomarê me talîmat daye ku beriya parlamento bikeve bêhnevdanê yasayên ji bo pêvajoyê derbikevin.”

Parlamenterê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu da diyarkirin pêvajo wekî ku hatiye plankirin berdewam dike û heta niha ti neyîniyek derneketiye holê.

Ensarîoglu da zanîn, bingeha esas a vê pêvajoyê îttîfaqa Cumhur, DEM Partî û Abdullah Ocalan û Qendîl in û heta niha tiştekî neyînî rû nedaye.

Parlamenterê AK Partiyê derbarê vesaziyên yasayî jî da diyarkirin ku bi talîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan parlamentoyê biryara xebatê girtiye û yasa beriya bêhnvedana parlamentoyê dê derbikeve.

Her wiha Ensarîoglu da diyarkirin ku ti pêvajo bi bêastengî bi rê ve naçe û got, “Gelo yasa ji ber hin pêwistiyên taktîkî ji bo meha Îlonê bimîne? Ev egereke gelekî lawaz e lê bibe jî ne pirsgirêk e.”

Ensarîoglu da zanîn ku di yasayê de bazarî nabe û pêwîstî hene.

Sidar Basut

01/07/2026