QEYÛMA LI ŞÛNA AHMET TURK HATE DIRÊJKIRIN
Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ
Tevî berdewamiya Pêvajoya Aştiyê, qeyûma li şûna Ahmet Turk hatiye danîn hat dirêjkirin, ji ber vê yekê jî Turk dê herî kêm du mehên din nikaribe vegere ser erka xwe.
Di 4ê Mijdara 2024an de, Ahmet Turk bi tawana terorê ji erka Şaredar hate dûrxistin û li şûna wî qeyûm hat danîn.
Wezareta Karên Hundir wê demê diyar kiribû, ji ber ku doza Ahmet Turk li dadgeheke Enqereyê berdewam e, qeyûm li şûna wî hatiye danîn.
Her çend Turk di Cotmeha 2025an ji heman dozê weke bêtawan hat ragihandin, lê ew ji bo erka xwe nehat vegerandin.
Wezareta Karên Hundir dema mayîna qeyûmê li şûna Turk hatiye sepandin, heta 4ê Îlonê dirêj kir.
Kanal8
2 DEMJIMÊR BERÊ