KOÇBERÊN SERÊKANIYÊ JI BO VEGERÊ DEST BI ÇALAKIYAN DIKIN
Koçberên Serêkaniyê û çalakvanan ragihand, dê bi daxwaza vegera ser axa xwe çalakiyan li dar bixin. Çalakî sibê li Hesekê dest pê dikin.
Koçberên Serêkaniyê ji ber derengmayîna vegera li bajarên xwe, tevî ku 6 meh di ser Peymana 29ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikumeta Veguhêz de derbas bûye, bigazin in.
Zêdetirî 80 hezar koçberên Serêkaniyê û gundewarên wê di rewşên zehmet de li bajarên herêma Cizîrê û Kobaniyê di stargeh û kampan de dimînin.
Li gorî çavkaniyan, gelek astengiyên ku rê li ber vegerê digirin hene, astengiyên destpêkê hebûna erebên hawirde di malên koçberan de û mayîn û bermahiyên şer in.
Civînên ku di navbera Komîteya Koçberên Serêkaniyê û Hikumeta Veguhêz de tên lidarxistin jî heta niha negihaştine ti encamê.
Di nava bajar de kiryarên diziyê û wêrankirina xaniyên koçberan dewam dikin, erebên hawirde jî ji bo ku xaniyan vala bikin daxwaza pereyan dikin.
Li hember bipaşxistina dosyaya vegerê, koçberan ragihand ku wê ji bo daxwaza vegera ewle ya bajarê xwe çalakiyan li dar bixin. Çalakî sibê li Hesekê bi beşdariya koçber, rûspî, kesayetên çandî û siyasî dê bê lidarxistin.
2 DEMJIMÊR BERÊ