ERDOGAN Û ŞEHBAZ ŞERÎF LI STENBOLÊ CIVIYAN
Erdogan û Şehbaz Şerîf li Stenbolê civiyan û Serokwezîrê Pakistanê got ku bêyî Erdogan, peymana Amerîka-Îranê dê zehmet ba.
Civîna di navbera Şehbaz Şerîf û Recep Tayyîp Erdogan ji çapemeniyê re girtî pêk hat.
Wezîrê Derve Hakan Fîdan, Serokê Dezgeha Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin, Rêveberê Peywendiyên Serokomariyê Burhanettîn Duran û Şêwirmendê Serokomariyê yê ji bo Ewlehî û Siyaseta Derve Akîf Çagatay Kiliç jî amade bûn.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.
Şehbaz di civîna Foruma Xebatê ya Tirkiye-Pakistanê de got, “Bêyî piştgiriya welatên dost û Erdogan, gihîştina rêkeftinekê dê zehmet ba.”
Serokwezîrê Pakistanê peymana Amerîka-Îranê wekî derfetek bi nav kir û got ku divê ew derfet were bikaranîn ji ber ku ew ji bo tevahiya herêmê girîng e.
2 DEMJIMÊR BERÊ