TRUMP: ÎRAN JI BO RÊKEFTINÊ LAVA DIKE
Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Me hefteyek dem daye xwe heta merasîma cenazeyê Xamineyî temam dibe."
Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ew ê bi baldarî merasîma cenazeyê Rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî bişopîne û ger wî bixwesta dê hemû rêberên Îranî yên di merasîma cenaze de bikuşta.
"Daxwaza Îranê ji bo rêkeftinê"
Trump derbarê helwesta Îranê ya ji bo rêkeftinan ji ajansa nûçeyan a Axiosê re diyar kir ku rejîma Îranê bêhêvî bûye û got, "Ew ji bo rêkeftinê lava dikin. Rejîma Îranê dixwaze şer bi dawî bike.
Rawestandina demkî ya danûstandinan
Li gorî serokê Amerîkayê, Washington û Tehran bi du alî li hev kirine ku danûstandinan heta merasîma cenazeyê Xameneyî ji bo hefteyekê rawestînin.
Rawestandina tevahiya êrîşan
Li gorî vê peymana demkî, şerê di navbera her du welatan de bi tevahî hatiye rawestandin, û Donald Trump got: Di wê demê de, tu alî êrîşî aliyê din nake.
Serdestiya leşkerî ya Amerîkayê
Serokê Amerîkayê serdestiya leşkerî ya Amerîkayê dubare kir û behsa civîna rêberên payebilind ên Îranî li ser vê mijarê kir û wiha pê de çû: Ew hemû li wir in. Em dikarin wan hemûyan di êrişekê de tine bikin, lê em ê wisa nekin ji ber ku heke em wisa bikin, dê kes nemîne ku em pê re danûstandinan bikin.”
Guman li hêsirên beşdaran dike
Trump her wiha gumanên xwe li ser girseya ku ji bo merasîma cenazeyê Rêberê Bilind ê berê yê Îranê kom bûbû anî ziman û got, “Gava min dît Îranî ji bo Xamineyî digirîn ez matmayî mam. Min digot qey rika wan ji wî tê.” Trump derbarê girîna beşdaran de jî got, “Dibe ku fîrmeskê wan sexte bin.”
Hevdîtina bi Netanyahu re
Di vê navberê de, Trump got ku ew dikare piştî vegera ji civîna NATOyê ya li Enqereyê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bicive.
3 DEMJIMÊR BERÊ