BAVÊ ROJÎN KABAÎŞ LI GIRTÎGEHÊ SERDANA SELAHEDÎN DEMÎRTAŞ KIR
Bavê Rojîn Kabaîşê Nîzamedîn Kabaîş, li Girtîgeha Edîrneyê serdana Selahedîn Demîrtaş kir.
Hevserokê Giştî yê HDPyê yê berê Selahdîn Demîrtaş ku ji 4ê Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, bi bavê Rojîn Kabaîşê, Nizamedîn Kabaîş û mamê wê Ahmet Kabaîş re li girtîgehê hevdîtin pêk anî.
Piştî hevdîtinê bavê Rojîn Kabaîş ê Nizamedîn Kabaîş ragihand, Demîrtaş destnîşan kiriye ku ew bi malbata Kabaîş re ye û ji malbatê re gotiye, dê parezarên wî jî bi doz û malbatê re peywendîdar bibin.
Rojîn Kabaîş a 21 salî dema li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê dixwend di 27ê Îlona 2024an de hate windakirin û cenazeyê wê di 15ê Cotmeha 2024an de li berava Gola Wanê li devera gundê Mollaqasimê ya navçeya Tûşbayê ya Wanê hatibû dîtin. Ji wê rojê ve ji bo kujerên Rojîn Kabaîş werin dîtin û darizandin bavê wê Nîzamedîn Kabaîş û malbatê wê di nava têkoşînekê bêwestan de ye.
3 DEMJIMÊR BERÊ