LI TEVAHIYA SÛRIYEYÊ QEYRANA SOTEMENIYÊ HEYE
Li tevahiya parêzgehên Sûriyeyê qeyrana sotemeniyê heye, dora dirêj a otomobîlan li ber benzînxaneyan tên dîtin.
Ji duh ve qeyrana sotemeniyê û bi taybet mazot û benzînê ya giran li Sûriyeyê heye.
Li gorî agahiyên nûçegihanê Kanal 8’ê ji Kobanê ji mehekê ve hikûmeta Veguhêz ti sotemenî neşandiye Kobanê û niha dilopek sotemenî ji benzînxaneyan de tune ye.
Nûçegihanê KANAL8ê diyar kir, welatiyên Kobanê diçin mazot û benzînê ji Minbic û Sirînê tînin û di bermîlan de li ser rêyan difiroşin.
Her wiha li Hesekê û Qamişlo yên Rojavayê Kurdistanê jî herî kêm ji 20 rojan ve mazot benzîn negihişitye benzînxaneyan.
Li gorî medyaya Sûriyeyê qeyraneke tund ya sotemeniyê li parêzgehên Dîmeşqê, Heleb û Humsê heye.
Duh Wezareta Enerjiya Sûriyeyê destnîşan kiribû, ew dê 7 milyon lître ji benzînê ji ser parêzgehan belav bike û para kobanê tenê 3 barhilgir bûne.
1 DEMJIMÊR BERÊ