LI HESEKÊ Û KOBANIYÊ 31 SÛCÊN KUŞTINÊ HATINE TOMARKIRIN

Nûrhat Hesen 2 DEMJIMÊR BERÊ

Li Sûriyeyê sûcên kuştinê ranawestin, ji ber belavbûna çekan ya bêserûber, hewlên tolhildanê û pirsgirêkên kesayetî rojane kes tên kuştin.

Ji destpêka Îsal ve li Hesekê û Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê 33 kes di 31 sûcên kuştinê de hatine kuştin.

Li gorî agahiyan, ji destpêka îsal ve 428 sûryeyî bi sedemên cuda hatine kuştin.

Ev hejmarek ji ciwanên Sûryeyî ne, guleyan bêserûber davêjin, ev yek jî nîşaneya herî berbiçav ya belavbûna çekan a bêserûber li Sûriyeyê.

Ev yek ji sedemên herî mezin ên pêkanîna sûcên kuştinê li Sûriyeyê ye, heta niha Hikûmeta Veguhêz jî ev diyarde zeft nekiriye. Hema bêje çek li cem her kesî hene û bi taybet alîgirên hikûmetê.

Hejmara kesên di sûcên kuştinê jiyana xwe ji dest didin herku diçe zêdetir dibe û ev yek li navçeyên Rojavayê Kurdistanê jî tê dîtin.

SOHR:

  • Li Hesekê û Kobanî 31 sûcên kuştinê hatine tomarkirin
  • Di wan sûcan de 33 kes hatine kuştin

Çavdêrgeha Mafê Mirovan a Sûriyeyê da zanîn, ji destpêka sala 2026’an ve, li parêzgeha Hesekê û Kobanê 31 sûcên kuştinê hatine tomarkirin û di encamê de 33 kes hatine kuştin.

Çavdêrgehê got, ji hejmara bihurî, 3 jin û zarokek heye.

Ne tenê sûcên kuştinê lê sedemên kuştinê li Sûriyeyê gelek in, bermahiyên şer, pirsgirêkên taîfî, çekên bêserûber û pirsgirêkên kesayetî dibin sedema jiyan ji dest dana welatiyan.

SNHR:

  • Îsal 428 sûryeyî hatine kuştin 
  • Ji wan 80 zarok û 33 jin hene

Tûra Mafê Mirovan a Sûriyeyê jî destnîşan kir, ji destpêka îsal ve 428 welatiyên Sûriyeyê ji ber sedemên cuda jiyana xwe ji dest dane û ji wê hejmarê 80 zarok û 33 jin hene.

Bi gotina rêxistinên mafên mirovan, ji destpêka hilweşîna desthilata Esed ve 4 hezar û 163 kes ji ber pirsgirêk û êrîşên taîfî hatine kuştin, piraniya wan li berav Sûriyeyê û parêzgeha Siwêdayê bûne.

Nûrhat Hesen

2 DEMJIMÊR BERÊ