KARAYILAN: DIVÊ QANÛN GIŞTGIR BE

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Fermandariya NPGyê Murat Karayilan derbarê pêvajoya çareseriyê got, "Heta niha ji aliyê dewletê ve gavek nehatiye avêtin ku baweriyê bide."

Fermandarê Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan mijarên di rojevê de û qonaxa pêvajoya çareseriyê niha tê de ye ji Stêrk TVyê re nirxand.

"Dewletê heta niha gav neavêtiye"

Murat Karayilan bal kişand li ser girîngiya pêvajoyê û gav neavêtina dewletê û got, “Heta niha ji aliyê dewletê ve gavek nehatiye avêtin ku baweriyê bide. Rewşeke hembêzkirina hev nebûye. Me PKK hilweşand, stratejiya têkoşîna çekdarî sekinand. Yanî me êdî dijminatî bi dawî kir. Me got, 'Em rûpelekî nû vedikin; em êdî dostaniyê dixwazin, ne dijminatiyê'. Rast e; kesayetên weke Serokomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, her wiha Devlet Bahçelî qala xwişk û biratiya Kurd-Tirk-Ereban dikin. Gotinên bi vê naverokê li ser zimanê rayedarên dewletê ye, tînin ziman. Lê di pratîkê de rewşeke hembêzkirina hev nîne. Yanî gavên qanûnî yên li gorî wê nehatine avêtin.”

"Aliyê din bi guman e"

Karayilan da diyarkirin ew dixwazin bi dewletê re li hev bikin û wiha pê de çû: Em dixwazin komarê bikin komareke demokratîk û tevlî komara demokratîk bibin. Em naxwazin li ber vê komarê rabin. Nêzîkatiya Rêberê me û nêzîkatiya me bi vî rengî nêzîkatiyeke bingehînî ye. Lê belê em heman nêzîkatiyê li aliyê din nabînin. Yanî bi fikaran nêzîk dibin. Lê me biryar dan, em dilsozê biryarên Kongreyê ne. Ev biryar biryarên ji rêzê nînin. Lê belê em dibînin li aliyê din nêzîkatiyeke bi fikar û gumanan dagirtî heye. 

Karayilan derketina qanûna çarçoveyê girîng nirxand û wiha pê de çû: Eger naveroka vê qanûna çarçoveyê yekalî nebe û giştgir be, ev wê ji bo Tirkiyeyê bibe derfeteke dîrokî.

Rewşa dawî ya li Îmraliyê

Karayilan da zanîn 42 roj in ji bilî şandeya dewletê ti kesî bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye û anî zimên; Eşkere ye ku li ser Rêber Apo tecrîdek heye. Ev tecrîd ne asayî ye, tecrîdeke siyasî ye. Armanceke vê heye. Em zanin ku heyeta dewletê çûye Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kiriye, ku carna hin hevalên din jî tevlî van hevdîtinan bûne. Xuya ye heta niha negihîştine encamekê, lewma tecrîd dewam dike.

Gelo Ocalan qanûna çarçoveyê erê kiriye?

Karayilan derbarê nûçeyên ku dibêjin “Ocalan qanûna çarçoveyê erê kiriye” jî eşkere kir; Hinek kesên nêzî desthilatdariyê di çapemeniyê de îdîa kirin ku Rêber Apo qanûna çarçoveyê erê kiriye. Tiştên bi vî rengî dibêjin, lê ev ne rast e, derew e. 

"Dewlet hin tiştan li Ocalan ferz dike"

Karayilan da zanîn ku dewlet li Îmraliyê tiştan bi Ocalan ferz dike û got, “Bi nîqaşan, bi hewldanên yekalî dixwaze nêzîkatiya xwe ferz bike û bide qebûlkirin. Xuya ye rewşeke bi vî rengî heye. Divê aliyê dewletê welê neke! Rast nîne ku bi vî rengî li ser Rêber Apo bê ferzkirin û israr li ser hin tiştan bê kirin. Tecrîd jî rast nîne. Ev mijara rexneyê ye, cihê fikar û gumanan e.”

Murat Karayilan ji bo pêşveçûna pêvajoyê bal kişand li ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: Rêber Apo nebe rêveçûn nabe, pêşketin nabe. Divê israr li ser vê xusûsê neyê kirin. Israra li ser vê yekê wê were wateya israra li ser xitimandinê. Bi vî rengî bibe wê encam bi dest nekeve. Weke min got, divê qanûneke berfireh be û pirsgirêka dîrokî ya sed salî çareser bike.

Karayilan da zanîn ku ew dilsozê vê pêngavê ne, lê Tirkiye vê pêvajoyê ne bi stratejiyekê, lê bi gelek stratejiyan dimeşîne û got, “Yek ji van stratejî û armancan ew e ku dixwaze bendewarî û hêviyê biafirîne û pêvajoyê li demê belav bike.”

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ