MISILM: ME DAXWAZA FERMÎKIRINA NAVÊ KOBANIYÊ PÊŞKÊŞÎ WEZARETÊ KIR
Kanal8 4 DEMJIMÊR BERÊ
Birêveberê Herêma Kobaniyê Îbrahîm Mislim behsa ferîmkirina navê Kobaniyê li şûna "Eyn Elerebê" kir.
Di daxuyaniya xwe Îbrahîm Misilm bal kişande ser mijara guhertina nav û got: "Mijara guhertina nêv, an jî guherîna Yekîneya Birêveberiyê, yan jî ji nû ve navlêkirinê; karê Wezareta Birêveberiya Herêmî ye û ne di destê Birêveberiya Herêmê de ye."
Di heman demê de amaje pê kir ku ev daxwaz ji Wezaretê re rakirine û got: "Em piştrast dikin ku em ê vê daxwazê ji rayedarên têkildar ên Wezareta Birêveberiya Herêmî re bişînin da ku li gorî proseyên diyarkirî binirxînin û tedbîrên guncaw bigirin."
Kanal8
4 DEMJIMÊR BERÊ