KOBANÎ ÎRO LI DIJÎ EREBKIRINA NAVÊ BAJARÊ XWE DERKETIN XWEPÊŞANDANÊ

Nûrhat Hesen 2 DEMJIMÊR BERÊ

Welatiyên Kobaniyê ji çend rojan ve li dijî erebkirina navê bajarê xwe çalakiyan li dar dixin, îro jî li bajarê Kobaniyê xwepêşandana “Kobanî Nasnameya me ye” tê lidarxistin.

Herî dawî Hikûmeta Veguhêz navê Kobaniyê weke Eyn Elereb dide naskirin û behaneya wan jî ew e ku nav di belgeyên fermî de wiha ye. Belgeyên fermî jî yên Beşar Esed û bavê wî ne.

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê tiştê ku li gorî kêfa wê neyê, çoyê alîgiriya desthilata berê bi kar tîne lê tiştê ku li gorî kêfa wê were dibêje desthilata berê wiha kiriye û ev fermî ye.

Îro saet şeş welatiyên Kobaniyê xwepêşandaneke mezin li qada aştiyê dest pê kirin û xwestin ku navê Kobaniyê were bikaranîn.

Navê Kobaniyê li cîhanê di şerê li dijî DAIŞê de deng veda û ew nav bû semboleke şikandina terorê, lê îro hewl hene ew nav were jinavbirin.

Nûrhat Hesen

2 DEMJIMÊR BERÊ