NY: PÊWÎSTIYA 1.2 MILYON SÛRIYEYÎ BI ALÎKARIYÊN MIROVÎ YÊN LEZGÎN HENE

Nûrhat Hesen 2 DEMJIMÊR BERÊ

Sindoqa Neteweyên Yekbûyî ya Nifûsê ragihand ku pêwîstiya 1.2 milyon kesî li Heleb, bakurê rojhilatê Sûriyeyê bi alîkariyên mirovî yên lezgîn hene.

Sindoqa Neteweyên Yekbûyî ya Nifûsê got ku pêwîstiya mirovî li Sûriyeyê bilind bûne ku pêdiviya nêzî 1.2 milyon kesî li Heleb, bakurê rojhilatê Sûriyeyê bi alîkariyên lezgîn hene.

Sindoqê di rapora xwe ya îro de diyar kir, rewşa mirovî ji ber rageşiyên li hin navçeyan, lehiyên li seranserê çemê Firatê û hatina zêdetirî 460 hezar kesî ji Libnanê xerib bûye.

Di raporê de hat destnîşankirin ku nêzî 295 hezar jinên di temenê dayikbûnê de pêwîstîdarî alîkariyên mirovî yên lezgîn in, li kêleka wê jî pêdiviya wan bi parastinê û xizmetguzariyên tenduristiyê yên jidayikbûnê hene.

Sindoqa Neteweyên Yekbûyî ya Nifûsê da zanîn ku bi deh hezaran kesî sûd ji xizmetên wan ên tenduristî û parastinê wergirtiye.

Nûrhat Hesen

2 DEMJIMÊR BERÊ