SOHR: DI HEFTEYEKÊ DE 64 KES HATIN KUŞTIN

Nûrhat Hesen 1 DEMJIMÊR BERÊ

Li Sûriyeyê di hefteya yekem a meha Tîrmehê de, 64 sivîl hatin kuştin.

Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku di hefteya destpêkê ya Tîrmehê de, 64 sivîl hatine kuştin.

Li gorî Rewangehê, 38 sivîl bi sûcên cînayî, 2 sivîl ji aliyê DAIŞê ve, 6 ji ber teqandina bêserûber a guleyan an jî bi şaşî hatine kuştin.

Her wiha 3 sivîl ji aliyê hêzên Hikûmeta Veguhêz ve hatine kuştin, 2 ji ber bermahiyên şer û di êrişekê de ku li nêzî avahiya dadê ya Şamê pêk hatibû, 13 sivîl hatine kuştin.

Nûrhat Hesen

1 DEMJIMÊR BERÊ