ROJNAMEVANA ALMAN EVA MICHELMANN PIŞTÎ 5 MEHAN JI GIRTINA LI SÛRIYEYÊ HATE BERDAN
Rojnamevana Alman Eva Maria Michelmann a 36 salî serbest hate berdan û vegeriya Almanyayê. Piştî vegerê dîmenek belav kir û hemû hûrgiliyên pê re çêbûne ragihadin. Michelmann dubare digot; Sûriye ne ewle ye!
Serbestberdana Michelmann piştî pênc mehan; lêpirsînên raz û aloz ên li dora windabûna wê ya ji nişkan ve li Sûriyê ji destpêka vê salê ve bi dawî kirin. Vegera wê hûrgiliyên mercên dijwar ên girtinê û hewldanên dîplomatîk ên dijwar di navbera Berlîn û Şamê de eşkere kirin.
Piştî gihana wê ya bi ewle bo Almanyayê, malbat û parêzerê wê, Roland Meister, tevî raporên mafên mirovan ji rêxistinên têkildar, hûrgiliyên temam ên girtina wê dan.
Michelmann demeke dirêj di odeyekê de bi tenê derbas kir û ji ber mercên dijwar ên girtinê rûbirûyî rewşeke tendurist a xirab bû, her wiha rastî lêpirsînên berdewam û dijwar hat ku heta saetên dereng ên şevê dirêj bûn. Michelman piştî serbestberdana xwe bi kurtasî got ku "Sûriye ne ewle ye."
Rojnamevana Alman piştrast kir ku ew ji destpêka salê ve çend mehan bi tenê di odeyeke teng, tarî û bêpencere de hatiye bicihkirin. Wê ragihand ku bi tevahî ji têkiliya bi malbat an parêzerê xwe re bêpar maye û ji aliyê lêpirsîneran ve fişareke derûnî ya dijwar lê hatiye kirin ku ew hiştiye bawer bike ku hikûmeta Almanyayê xema wê naxwe.
Michelmann rave kir ku ew di navbera çend navendên girtinê de hatiye veguheztin, ku ji odeya operasyonên Ewlekariya Hundirîn li Helebê dest pê dike, dû re dibin girtîgeheke din li bajêr, berî ku wê veguhêzin girtîgeheke jinan li Idlibê. Dawiyê ew birin zindanekê li paytexta Sûriyeyê Şamê.
Michelmann behsa dîmenên tirsnak ên ku wê di hundirê girtîgehan de dîtiye kir, ku di nav de dayik û zarokên wan di odeyên teng de dihatin girtin û hiştin ku zarokên hîna bi çarlepikan bûn jî li wir hebûn. Wê her wiha behsa odeyekê kir ku bi 15 girtiyên jin ên piraniya wan Elewî re dima û li ser erdê radizan.
Di daxuyaniya xwe de, Michelmann tekez kir ku di navendên girtinê yên ku li wan hatibû girtin, ti şopa demokrasî yan mirovahiyê tine bû. Wê piştrast kir ku ew bi xwe bûye govana êşkenceya hovane ya bi serê girtiyên din hatiye, di nav de lêdana giran û êşkenceya bi kehrebayê.
Der barê hebûna wê ya li Sûriyeyê, Tîma yasayî ya Michelmann bersiva tawanên Şamê da û tekez kir ku ew ji bo pêkanîna karê xwe yê rojnamegeriyê xwedî rêdana fermî ji rayedarên herêmî yên Rêveberiya Xweser bû.
Hûrgiliyên bûyera girtinê vedigerin 18ê Çileya îsal, dema ku Michelmann ji sala 2022an vir ve bûyerên meydanî û pirsgirêkên mafên jinan li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dişopand.
Li gorî lêpirsîn û raporên medyayê, Michelmann, tevî rojnamevan û wênekêşê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Ahmet Polat, di dema bipêşveçûna hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û guhertina bilez a hevsengiya hêzê li wir; di navendeke ciwanan de li Reqayê asê man. Herduyan bi tirimbêleke ewlehiyê ya Sûriyeyê hatin birin û bê şop winda bûn. Paşê ew di navbera zindanên li Helebê û di dawiyê de bo Şamê hatin veguhastin.
Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Sûriyeyê, bi rêya ajansa nûçeyan a fermî SANAyê, senaroyaya hikûmetê ya bûyerên der barê girtina Michelmann de pêşkêş kir û girtin bi van sedeman rewa kir.
Wezaretê got ku "Michelmann bi şêweyekî neyasayî ketiye Sûriyeyê û li deverên ji derveyî kontrola dewletê ne maye û wiha hatiye tawanbarkirin."
Rayedaran diyar kirin ku ew di dema serdegirtina avahiyekê de ku şervanên HSDyê lê bi cih bûbûn, hate girtin û ew bi Ahmet Polat re bû, ku wan Polat wekî "endamekî payebilind ê PKKyê bi nav kir.
Şamê angaşt kir ku Evayê di destpêkê de agahiyên derewîn daye û diyar kiriye ku ew welatiya Spanyayê ye ku ji bo rêxistineke mirovî ya Neteweyên Yekbûyî dixebite, da ku nasnameya xwe ya rastîn eşkere neke.
Wezareta Derve ya Almanya û karmendên balyozxaneya wê li Şamê ve gelek xebatên diplomatîk kirin ku wê serbest berdin. Di dawiyê de, Şam razîbûna xwe li ser daxwaza Berlînê ya ji bo dersînorkirina wê ragihand û diyar kir ku ev tevger ji "xwesteka parastina têkiliyên dualî" derketiye holê.
Michelmann bi rêya Urdunê hate veguhastin û di dawiyê de giha destê malbata xwe li Almanyayê, di heman demê de çarenûsa hevkarê wê, Ahmet Polad hîna di zindanên Sûriyeyê de û rewşa wî ne diyar e.
2 DEMJIMÊR BERÊ