HIN HÛRGILIYÊN QANÛNA PÊVAJOYÊ HATIN WEŞANDIN

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Li gorî medyaya Tirkiyê, endamên PKKyê yên ku “tevlî sûc bûne” nikarin siyasetê bikin û Ocalan dê li derveyî qanûnê bimîne.

Qanûn dê berî betlaneya parlementoyê were pejirandin

Medyaya Tirkiyeyê NTVyê ragihand, qanûna pêvajoya çareseriyê dê berî betlaneya parlementoyê were pejirandin, lê bicîhanîna qanûnê dê piştî ku MÎT û dezgehên ewlehiyê piştrast bikin ku PKK belav bûye û çek danîne were bicihanîn û piştre Erdogan dê biryarek taybetî li ser qanûnê bide.

Kesên “tevlî sûc bûne” têne lêkolînkirin

Dozên kesên ku “tevlî sûc bûne” ji hêla dadgehan ve yek bi yek têne lêkolînkirin. Endamên rêxistinê yên ku tên Tirkiyeyê dê sê an pênc salan di bin çavdêriya dadwerî de werin danîn.

Li ser Ocalan û rêberên PKKyê ti xal tune ne

Li gorî kanala Tirkiyeyê, li ser Abdullah Ocalan û rêberên payebilind ên PKKyê ti qanûn an guhertin nayê derxistin û kesên ku cezayên giran ên hepsa heta hetayê li wan hatiye birîn dê ji qanûnê werin derxistin.

Kesên ku di çavên Tirkiyê de bêsûc in dê neyên cezakirin

Derbarê endamên PKKyê yên ku vedigerin Tirkiyeyê; Kesên ku di çavên Tirkiyê de bêsûc in di çarçoveya biryarên "poşmaniyê" de nayên cezakirin.

Hin ji wan çend salan di bin çavdêriyê de dimînin

Kesên ku ji hêla Tirkiyeyê ve wekî "sûcdar" têne hesibandin dê ji hêla dadgehan ve werin darizandin û ji sê heta pênc salan di bin çavdêriyê de werin danîn, di vê demê de ew ê nikaribin siyasetê bikin.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ