KABÎNEYA HIKÛMETA TIRKIYÊ DÊ BI SEROKATIYA ERDOGAN BICIVE

Kanal8 1 DEMJIMÊR BERÊ

Îro kabîneya hikûmeta Tirkiyeyê dê bi serokatiya Receb Tayyîp Erdogan bicive. Naveroka qanûna çarçoveyê ya ji bo pêvajoyê, yek ji mijarên civînê ye.

Civîna kabîneyê dê piştî nîvro bi serokatiya serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayyîp Erdogan were lidarxistin.

Yek ji mijarên sereke yên civînê dê pêvajoya aştiyê be ku weke ‘Tirkiyeya Bêteror’ tê binavkirin û tê pêşbînî kirin, di civînê de rewşa çekdanîna PKKyê û her wiha naveroka qanûna çarçoveyê jî were gotûbêjkirin ku tê xwestin di vê mehê de pêşkeşî parlementoyê bê kirin û bibe yasa.

Mijarake din a civînê encama lutkeya NATOyê dibe ku di rojên 7 û 8ê vê mehê li Enqereyê hatibû lidarxistin, her di wê çarçoveyê de jî gavên radestkirin balafirên F-35 ji aliyê Amerîkayê ve û firotina sîstema parastina asmanî ya S-400 jî, di civnê de dê were gotûbêjkirin.

Ji aliyeke din dubare destpêkirina rageşiyên li Tengava Hurmizê di navbera Îran û Amerîkayê de û her wiha guhertinên din yên li navçeyê jî di civîna kabîneya hikûmeta Tirkiyeyê de dê werin gotûbêjkirin.

Kanal8

1 DEMJIMÊR BERÊ