HATÎMOGULLARI: DIVÊ QANÛN BERIYA BÊHNVEDANA PARLAMENTOYÊ WERIN PEJIRANDIN

Kanal8 1 DEMJIMÊR BERÊ

Hevseroka DEM Partiyê ragihand, “AK Partî dibêje li ser qanûna çarçoveyê lihevkirin heye, lê heta niha agahiya me ji naveroka qanûnê tine.”

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari ji bo rojnameya Nefesê di derbarê pêvajoya aştiyê ragihand, “Di rojên dawiyê de hinek kesên ji nava AK Partiyê diyarkirin ku, liser qanûna çarçoveyê lihevkirin çêbûye û naverok ji partiya wan re jî hatiye şandin û got, di rastî de derbarê qanûnê ti naverok negihiştiye destê me.”

Hatimogullari di heman mijarê de diyar kir, eger sibe qanûnek were derxistin û li gor bendewariyan nebe, pêvajo pêş ve naçe û got, armanca qanûnê leztirkirina qonaxa çekdanînê û xûrtkirina zemîna siyasî û hiqûqî ye.

Hevseroka DEM Partiyê da zanîn, tê gotin ku qanûna çarçoveyê di vê mehê de dê were pêşkeşkirin, ji xwe ji bo betlaneya parlementoyê kêm maye, eger di dest wan de reşnivîsa qanûnê hebe, divê beriya betlaneyê were pêşkeşkirin.

Hatimogullari derbarê naveroka qanûnê jî got, nabe mirove werin kategorîzekirin, her wiha nabe nêzîkateyek weke qanûna poşmaniyê jî were nîşandan, ji ber ku endamên rêxistinê dixwazin dest bi siyaseteke nû bikin.

Hevseroka DEM Partiyê derbarê paşketina hevdîtina Îmraliyê jî got, ev cara duyem e ku hevdîtin paşketin, lê em texmin dikin ku bi Ocalan re di derbarê qanûna çarçêoveyê diyalog heye.

Kanal8

1 DEMJIMÊR BERÊ