ARTÊŞA TIRKIYEYÊ GUNDEKÎ EFRÎNÊ VALA KIR
Artêşa Tirkiyeyê gundekî Efrîna Rojavayê Kurdistanê piştî zêdeyî 8 salan vala kir.
Çavkaniyekî xwecihî ji Efrînê ji bo KANAL8ê ragihand, artêşa Tirkiyeyê gundê Basilê yê Efrînê vala kir.
Artêşa Tirkiyeyê gundê Basilê bi temamî desteser kiribû û ji 18 Adara sala 2018an ve nedihişt welatî vegerin malên xwe.
Li gorî agahiyên ku KANAL8ê bi dest xistine, artêşa Tirkiyeyê gelek malên gund bi sedema avakirina baregehekê hilweşandine lê heta niha behsa qerebûkirina xwediyên wan nekiriye.
Artêşa Tirkiiyeyê heta niha 4 gundên Efrînê bi temamî desteser dike, ew jî gundên Çiyê, Cilbirê, Derwêş û Şêxorzê ne, her wiha baregeheke artêşê li gundê Basûfanê heye.
Ji adara 2018’an arêtşa Tirkiyeyê dest bi ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê de digire û beriya hilweşîna desthilata Esed, binpêkirinên mezin li gel çekdarên girêdayî xwe li dijî welatiyên Efrînê pêk anîn.
2 DEMJIMÊR BERÊ