DI ŞEŞ MEHAN DE 150 JIN HATINE KUŞTIN Û MIRINA 151 JINAN JÎ GUMANBAR E

Sema Reşid 2 DEMJIMÊR BERÊ

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin raporek ragihand û eşkere kir, di şeş mehên pêşîn ên sala 2026an de 150 jin hatine kuştin ku 10 ji wan di bin temenê 25 salî de bûn û 151 mirinên gumanbar ên jinan çêbûne.

Platforma Em ê kuştina Jinan rawestînin rapora xwe ya li ser kuştinên jinan û mirinên gumanbar ên jinan ên di şeş mehên pêşîn ên salê de hatine kirin, weşand.

Li gorî rapora platformê ji 150 jinên ku di sala 2026an de hatine kuştin, 64 jin ji aliyê mêrên xwe ve hatine kuştin. 17 jin ji aliyê mêrên ku pê re ne, 10 ji aliyê mêrên xwe yên berê ve û 4 jî ji aliyê mêrûn ku berê pêre bûne ve hatine kuştin.

Platformê bal kişand kuştinên ji aliyê xizman ve jî; 10 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 9 ji aliyê bavên xwe ve, 6 ji aliyê kurên xwe ve û 2 ji aliyê birayên xwe ve hatine kuştin. 9 jin ji aliyê kesekî ku ew nas dikirin ve hatine kuştin, lê têkiliya di navbera sûcdaran û 17 jinan de nehatiye diyarkirin.

Platfomê derbarê cihên kuştina jinan jî amar belav kir û da diyarekirin, jin pir caran li malên xwe tên kuştin. Ji 150 jinên ku di sala 2026an de hatine kuştin, 92 jin, li malên xwe hatine kuştin. 17 jin li kolanê, 8 di otomobîlekê de, 6 li cihekî dûr, 4 li zeviyekê û 3 li cihê karê xwe hatine kuştin. 2 jin li nêzîkî avê, 2 li cihên din ên giştî û 1 jî li otêlekê hatine kuştin. Cihê mirina 13 jinan nehatiye destnîşankirin.

Hat ragihandin di sala 2026an de, 3 keçên temenê wan 0-11 salî, 2 keçên temenê wan 12-14 salî û 4 keçên temenê wan 15-18 salî hatine kuştin. Bi gotineke din, herî kêm 9 zarok hatine kuştin. Her wiha, bi tevahî 9 jinên ciwan ên temenê wan 18-25 û 19-24 salî jî hatine kuştin. Jinên temenmezin jî berdewam dikin ku tên kuştin. 10 jinên temenê wan 66 salî û jorti hatine kuştin

Platformê da zanîn, di şeş mehên pêşîn ên sala 2026an de, 151 mirinên gumanbar ên jinan çêbûne. Wekî din, derket holê ku mirina 12 jinan ku berê wekî gumanbar hatibû tomar kirin, di rastiyê de kuştin bû.

Sema Reşid

2 DEMJIMÊR BERÊ